PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî li sînorê bajarê Xaneqînê terorîstên DAIŞê êrîş birine ser hêzeke Heşdî Şeibî û di encamê de hejmarek çekdarên Heşdî Şeibî hatine kuştin û birîndar kirin.
Li gorî daxuyaniya Fermandarê lîwaya 110ê yê Heşdî Şeibî Ebu Muntezir êrîş şeva şemiyê çêbûye û çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîş kirine ser hêzên Heşdî Şebî yên li navçeya Îmam Weysî ya navbera Xaneqîn û Seidiyê de.
Hat diyarkirin ku Heşdî Şeibî bersiva êrîşa DAIŞê daye, lê çekdarekî Heşdî Şeibî hatiye kuştin û 3 çekdarên wan jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin