PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li serokatiya dîwana parlementoya Iraqê kir û di karê wan yê nûh de ji wan re serkeftinê xwest. Barzanî got ku ev pêngav di wexteka weha hassas de berpirsiyariyekî netewiye.
Ji koalisyona sunniyan Heybet Halbusi bûye serokê parlementoyê û cîgirên wî ji PDKê Ferhad Etrûşî û yê din Ednan Feyhan e.
Barzanî bo Halbusi peyama diyalogê û bicîhanîna destûrê da û got ku parlementer pê bawerin û di pêvajoyekî weha de berpirsiyariya wî ya netewî heye.
Barzanî di peyama xwe de got ku di wextekî weha de pêdivî bi xebata parlementoyê ya erênî heye, divê destûr bê parastin, pêkhateyên temamê Iraqê dive bi hevre bijîn, riha pêkvejiyanê û diyalogê vejînin.
Bo yekem cîgirê serokê parlementoyê bo Adnan Feyhan jî Barzanî got ku di xwurtkirina rolên kontrol û destûrê de derfete ku rola xwe ya xwurt bilîze û ew pîroz kir. Barzanî got ku Feyhan dikare di navbera fraksiyonan de koordînasyonekî zêdetir bike û dikare destekê bide xebateka baştir ya parlementoyê.
Barzanî bo Ferhad Etrûşî jî got ku bi tecruba xwe dikare di dîwanê de bêhtir xizmeta pêkhateyan bike û temennî kir ku xebateka baş bike.
Barzanî di encama peyama xwe de temamê endamên parlementoya Iraqê pîroz kir û xwest parlemento bendeyên xelkê bicîh bîne û xizmeta daîmî bo xelkê û welat bikin.
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku wê herêma Kurdistanê bo îstîqrara Iraqê bi dezge û saziyên Bexdayê re hevkariya xwe dewam bike.