Hafter 5 lîmanên petrolê girt destê xwe

Hafter 5 lîmanên petrolê girt destê xwe

PeyamaKurd- Grûba çekdar ya girêdayê general Hafter 5 lîmanên Lîbyayê kir destê xwe. Lîmanên ku xistine destên xwe li herêma Petrol Hîlalê ne û navên wan; Brega, Ras Lanuf, Hariga, Zuveytine û Sidra ne ku petrol ji van lîmanan diçe derve. Rêvebiriya karê petrolê yê Lîbyayê ragihand ku rojane zerara wan 800 varêl petrole ku dike 55 mîlyon dolar.

Tam li ber civîna Berlînê ku herkes xwe amade dike da li ser mijara Lîbyayê bicivin û dê general Hafter jî here civîna Berlînê, vê hemleya hanê kir.

Lê berdevkê hêzên general Hafter Ahmed el-Mismari civîneka çapemeniyê lidar xist û got ku girtina lîmana Zuveytine bi temamî tevegerak xelkê ye û ev kiryar ji aliyê meclisa qebîleyan de û rêxistinên sîvîl yên civakî de hatiye kirin. Ti têkiliya Hafter bi mijarê tine ye.

% 60 îxracata ku ji aliyê Lîbyayê de têkirin, ji vê herêmê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin