PeyamaKurd - Dadgeha Tawanan a Hewlêrê ji ber tawana kuştina Fermandarê Partiya Demokrat a Kurdistan – Îranê (PDK-Î) Qadir Qadirî yê, di sala 2018an de hatibû kuştin, cezayê îdamê li ser sê kesan sepand.
Fermandarê Partiya Demokrat a Kurdistan – Îranê (PDK-Î) Qadir Qadirî, di Adara 2018an de li gundê Hertalê ya navçeya Ranya, li nêzîkî Silêmanîyê kuştî hatibû dîtin.
Parêzerê dozê Ayad Kakayî piştî rûniştina dadgehê di civîna çapemeniyê de got, "Dadgeha Tawanan a Hewlêrê biryar da ku sê tawanbarên ku di kuştina Qadir Qadirî de li tawanên xwe mukir hatine, bi darvekirinê mehkûm bike."
Dadgeha Hewlêrê ji ber kuştina Qadir Qadirî di dawiya Tîrmehê de 5 kes mehkûm kiribû, lê hukim ji bo Tebaxê hatibû taloqkirin. Du kesên din ên ku di dozê de hatine mehkûm kirin tevlîbûna xwe nepejirandin û li gorî qanûna cezayê ya Iraqê di derbarê dayîna agahiyên derewîn an nehiştina agahiyan de hatin cezakirin. Çar ji wan hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ne û yê din jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye.
Herwiha parêzeran ji bo mehkûmiyeta kuştina bi qestî bibe ya terorê serî li dadgehê dan.
Parêzer Suhreb Rehmetî jî ji çapemeniyê re wiha got: "Bê guman destê biyanî di bûyerê de hebû, ew jî hêzên parastina şoreşa îslamî ya Îranê (Pasdar) û îstixbarata wê ne. Sûcdaran ev yek îtîraf kirin û wan berî kuştinê bi rayedarên li ser sînor re hevdîtin pêk anîne."
Li gorî Kakeyî, her sê kesên ku li xwe mukir hatin gotin ku ji wan re yek milyar tûmen (40,000 dolar) ji bo kirina vî karî hatiye pêşniyar kirin.
Endamê polîtburoya PDK-Î Mensûr Mirwatî dibêje; "Bi dîtina me wekî KDP-Î, ev terorîzm e. Ew ne tenê kuştinek normal e. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku sîstema dadwerî ya Kurdistanê û dadgeha Hewlêrê berpirsên rasteqîn ên vî sûcî ku Komara îslamî ye nas bike.”
Qadir Qadirî li Koyê navenda ku Pêşmegên Rojhilatê Kurdisanê lê bûn dima. Cenazeyê wî ji aliyê polîsên Ranyayê ve li goristana Hartalê hatibû dîtin. Qadirî 21 caran hatibû gulebarankirin. PDK-Î dide xuyakirin ku Qadirî bi fermana Pasdarên Îranê hatiye qetilkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin