PeyamaKurd - Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ragihand ku li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, qebra Sultan Muzeferudîn a li Hewlêrê hat nûjenkirin.
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî bi daxuyaniyekê ragihand, îro çarşemê 9ê Hezîrana 2021ê, bi amadebûna Wezîrê Ewqaf Piştîwan Sadiq û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, piştî nûjenkirina bi awayekî modern, qebr û tirba Sultan Muzeferudîn li bajarê Hewlêrê hat vekirin.
Di merasîma vekirinê de Wezîrê Ewqaf Piştîwan Sadiq got; mezargeh li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat nûjenkirin ku bi du qonaxan karên wê têne temamkirin û niha qonaxa yekem bi dawî bûye.
Wezîrê Ewqafê bal kişand ser girîngî û dîroka Sultan Muzeferudîn ya di dîroka Hewlêrê û xizmetkirina vî bajarê qedîm de, herwiha danîna mewlûda pîroz a jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed ku bîranîna vê boneyê bi awayekî olî û bi bandor a di kultura bajarê Hewlêrê de ye.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw spasiyên xwe yên taybet arasteyî Serokwezîr û Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî kir li hember girîngîdana şûnwarên olî yên li parêzgeha Hewlêrê û girîngî û pîroziya qebra Sultan Muzeferudîn ji bo Hewlêrê anî ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin