Mihemed Helbûsî serdana Serok Barzanî kir

Mihemed Helbûsî serdana Serok Barzanî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêncşemê li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed El Helbûsî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de çend babetên girîng ên pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa siyasî ya Iraq û herêmê hatin guftûgo kirin.

Li gorî daxuyaniya piştî hevdîtinê, di vê hevdîtinê de tekezî li ser sûdwergirtina rewşa erênî ya navbera Bexda-Hewlêrê hat kirin ku bi pêwendiyan derketiya holê.

Herwiha hat diyar kirin ku pêwîst e pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bi rêya bingeh girtina destûra Iraqê werin çareserkirin û ji bo vê mebestê hat xwestin ku pêwendî û şewra aliyan berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin