PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser pêwendiyên Amerîka yên bi Çînê re axivî û got, ew di nêzîkatiya Çînê ya di peywendiyên bi Amerîka re, her diçe pirtir aliyên 'dijminahî' dibîne.
Blinken ji televîzyona CNN re diyar kir: " Bi zelalî alîyên berevajî yên ku her diçe zêde dibin di peywendîyên me de hene, bê guman yên hevrikî hev jî hene."
Blinken herwiha da zanîn, di navbera her du welatan de qadên hevkariyê jî hebûn.
Amerîkayê, roja Şemiyê toleyên Çînê yên dijî du karbidestên mafên olî yên Amerîkî û Parlamenterekî Kanadî, li ser dermankirina Mislimanên Uygur û kêmhatiyên din, şermezar kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin