Demirtas: Kurd ne xulam in, êdî li sûna ‘biratîya gelan’, ‘wekhevî’ çêtir e

Demirtas: Kurd ne xulam in, êdî li sûna ‘biratîya gelan’, ‘wekhevî’ çêtir e

PeyamaKurd – Selahattîn Demirtaş ji Girtîgeha Edîrne li ser êrîşên bi ser Rojavayê Kurdistanê de got, “Helbet dê ti kes van rojan ji bîr neke” û bal kişand ser hilbijartina herêmî ku ji bo CHPê deng ji welatiyên Kurd xwestibû û diyar kir, “Ew tenê carekê dibe.”

Demirtaş di hevpeyvîna rojnameya Yeni Ozgur Politika de, li ser şerê berdewam hişyarî da û got, “Kurd ne xulam û duvikê kesî ne. Yên ku bê şert û merc piştgiriya vî şerî dikin, deyndarê lêborînê ne ji gel re.”

Demirtaş herwiha peyva ‘biratiya gelan û biratiya bi tirkan re’ gelek caran bixwe jî bilev dikin bibîr xist û got, “Em hemû car caran têgeha biratiya gelan bikar tînin. Lê belê ji hêla zanista siyasetê ve li şûna ‘biratiyê’ bikaranîna ‘wekheviyê’ çêtir şûna xwe digire. Dema em bûn wekhev biratî karê herî hêsan e.”

Hevserokê berê yê HDPê li ser herwiha bal kişand ser hêrsa Kurdan a li dijî êrîşan û diyar kir, “Di heyamên wiha de, veqetîna hestî ya Kurdan heger bibe sedema berveçûna netewperestiya tund ti fêdeya wê ji kesî re çênabe. Belê Kurd hêrs bûne û mafdar in, hatine şikestin û birîndar kirin. Dermankirina van birînan her tim bi tevgerîna hestan nabe. Heke dema wî hat, em neçar in aqilê xwe derxin pêş û biryaran bistînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin