Di êrîsa ser baregehê de 30 kes hatin kustin

Di êrîsa ser baregehê de 30 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Maliyê di encama êrîşeke dijî baregeha Tarquent a li bakurê bajarê Gao û Kelefê de, bi qasî 30 kesan can da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ragihandina Artêşa Maliyê, êrîş doh pêk hatiye û ku êrîşeke terorî li dijî baregeha Tarquentê ye. Berî niha jî di êrîşa ser baregehê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 10 kes jî birîndar bûbûn.

Hat diyarkirin ku ev êrîş ya herî dijwar a 4 mehên dawî ye ku zêdetirî 30 kes hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin