PeyamaKurd - Hakim Azad Hesen Ehmed weke Dozgerê Giştî li hember serokwezîr sonda yasayî xwar.
Di rê u resmeke bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Dadê Sînan Çelebî û Serokê Civata Dadweriyê li Herêma Kurdistanê Ehmed Çelebî de Hakim Azad Hesen Ehmed sonda yasayî xwar û weke serokê Dozgeriya Giştî li Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew tebrîk kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku par di meha yazdehan de wextê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî qediyabû û de dev ji post a xwe berdabû. Li gor yasayên Herêma Kurdistanê desthilata serokatiya herêmê bi ser her sê serokatiyan (Civata Wezîran, Civata Dadweriyê/Dozgeriya Giştî û Parlementoya Kurdistanê) hatibû parve kirin.
Herwiha Hakim Azad beşek ji erkên desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dest xist û ew dikare vê erkê di dahatuyê de bikar bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin