PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, li ser wefata Baba Şêx peyamek serxweşiyê belav kir.
Sefîn Dizeyî, li ser hesabê xwe yê twitterê, bo wefata Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx, peyamek serxweşiyê belav kir û got: ‘‘Bi daxeka mezin ve min guh li dengûbasên qedem vegwastin. Baba Şêx (Şêx Xırto Ĥacî Îsma'eel) Reberê Rohaniya ola Êzidiya bû. Pirse û serweşiyê li binemala wî ya hêja û Mîrê Êzidiya Hazim Tehsîn Beg û xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim u xwe bi hevpişkê xema wan dizanim.’’<
>Bı daxeka mezınve mın guh lı dengubasên qedem vegwastın Baba Şêx (Şêx Xırto Ĥacî Îsma'eel) Rebarê Roĥanıya ola Êzdıya bû. Pırse u serexoşyê lı bınemalla wî ya hêja u mîrê êzdıya Ĥazım Teĥsîn Beg u xuşik û birayên Êzidî lı Kurdistan u cîhanê dıkem u xo bı hevpşkê xema wan dızanım. pic.twitter.com/Sq1Imldtce
— Safeen Dizayee (@SafeenDizayee) October 2, 2020
Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx ku li li nexweşxaneyê dihat demankirin di 87 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin