Barzanî bi heyeta muzakereyê ya bo Bexdayê re civiya

Barzanî bi heyeta muzakereyê ya bo Bexdayê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi heyeta Kurdistanê ya ku bi hukumeta Bexdayê re her daîma muzakereyan dike re civiya. Di civînê de li ser mijarên darayî û destûrî rawestiyan. Serokatiya heyeta muzakereyan jî cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî dike. Mesrûr Barzanî di xebeta heyetê de, bi sedema hewl û cehdên wan sipasiya wan û Qubad Talabanî kir.

Di civînê de hat ragihandin ku heyet ji aliyê hukumeta Herêma Kurdistanê de hatiye wezîfedarkirin, fermiye û Hewlêrê temsîl dike ku bi Bexdayê re li ser mijarên ku divê ben çareserkirin hevdîtinan bi Bexdayê re dike. Her weha hat ragihandin ku dê heyet û hukumeta Herêma Kurdistanê ji mafê gelê Kurdistanê yên malî û qanûnî dê tawîzan nedin.

Di civînê de hat gotin ku li ser mijarên navbera Hewlêr û Bexdayê axifîne, heyeta Hewlêrê bo bi Bexdayê re lihev bikin, çi ji destê wan tê dike û divê temamê mafên xelkê Kurdistanê bixin bin garantiye.

Di civînê de her weha behsa pêvajoya muzakereyan ya duqolî hatiye kirin û kengê pêdivî hebe, heyet amadeye ku here Bexdayê û muzakereyan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin