PeyamaKurd – Nameyek ji aliyê 45 rêxistinên hiqûqî, ragihandinê û civaka sivîl yên Sûrî ji bo xeteriya projeya Tirkî ya pêkanîna guhertina demografîk li Rojavayê Kurdistanê, ji sekretêrê giştî yê NY û Yekîtiya Ewropayê hat şandin.
Rêxistinan di nameya xwe de vegerandina milyonek kesî ji bo deverên Rojavayê Kurdistanê, weke plana guhertina demografîk a herî xeter bi nav kir.
Di nameyê de diyar kir, ew dibînin ev plan wê encamên gelekî xerab bi xwe re bîne û wê rageştiyeke mezin li nava tevahiya Sûrî çêke.
Herwiha eşkere kirin, ev deverên ku weke “ewle” tên pênasekirin, di rastiya xwe de, li wir kuştin, dizî û revandina mirovan lê çêdibin û ev ji hêla rêxistinên hiqûqî ve hatiye belgekirin.
Rêxistinan di heman demê de eşkere kirin, erdê xelkê û mûsima çandiniyê û darên zeytûnan bi zorê tên destserkirin.
Herwiha sûcên tirsandina mirovan ji bo koçberkirina wan û bi taybet Kurdan bi destê “Artêşa Azad” û serperştiya leşkerên Tirk dewam dikin.
Rêxistinan qala avakirina malên mîtingeriyê jî kir û bêdengiya cîhanê li hemberî wan rexne kir.
Rêxistinan di nameya 45 rêxistinên hiqûqî û ragihandinê de, ev metirsî hatin rêzkirin:
Wan rêxistinan di nameya xwe ya ji bo NY û YE de ev daxwaz kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin