PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 30 sivîlên din ji bajarê Efrînê yê hatiye dagirkirin, hatin revandin û çarenûsa wan ne diyar e.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye ku di encama serdegirtina komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de, li navenda bajarê Efrînê, navçeyên Bilbilê, Mabeta, Cindirêsê û Raco 30 sivîl hatin revandin.
Li gorî navendê hin kesên hatine girtin û revandin wiha ne:
Komên çekdarên Ehrar El-Şerqiyê, 3 kes li navçeya Bilbilê girtin.
Li Raco polîsên sivîl ên komên çekdar 2 kesên temenê wan bêhtirî 30 salî revandin.
Ji aliyê koma Sultan Murad ve li navçeya Mabeta 14 kes û 3 kes jî li gundê Qestel Miqdad hatin revandin.
Herwiha koma bi navê El Hemzat jî sivîlek ji navçeya Cindirêsê revandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin