Nayif Seydo: Hesda Seibî û PKK li Sengalê dibin sedema astengiyan

Nayif Seydo: Hesda Seibî û PKK li Sengalê dibin sedema astengiyan

PeyamaKurd – Şengal sê sal di bin îdareya PKK û Heşda Şei'bî de ye. Li gor Rêberê Nahiya Sinûnê Nayif Seydo, li ber gihandina xizmetguzarî û pêkanîna aramiyê li wê deverê, asteng in

Di derbarê vê mijarê de Rêberê Nahiya Sinûnê Nayif Seydo da zanîn, îdareya PKKê û Heşda Şei'bî li ber gihandina xizmetguzarî û pêkanîna aramiyê li wê deverê asteng in.

Nayif Seydo destnîşan kir û got, divê ew hêzên li Şengalê ne, rêz li daxwaz û biryara xelkê Şengalê bigrin û li ber diyarkirina îdareyeke nû ji bo gihandina xizmetguzariyan bo xelkê deverê, nebin asteng.

Ev di demekê de ye ku rewşa jiyana awareyên Şengalê li nav kampan dijwar e û dixwazin vegerin cih û warê xwe, ku çend sal in ji ber êrîşên DAIŞê derbeder bûne.

Tevî ku bi sedan xaniyên welatiyan li Şingal û derdora wê hilweşiyane, asayîş û aramî li devera wan tune ye. Ji aliyê din ve jî hebûna hêzên cuda cuda û milmilaniya siyasî ya li wê deverê, astengî xistiye ber welatiyan û heta niha ji ber wan aloziyan, tenê %20ê xelkê Şingalê vegeriyane ser mal û milkên xwe.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin