Siroveya Parlamenterê Brîtanyayê li ser 16ê cotmehê

Siroveya Parlamenterê Brîtanyayê li ser 16ê cotmehê

PeyamaKurd - Parlamenterê Brîtanyayê Jakc Lopresti, di gotareke xwe de behsa rojên piştî referandûmê û kiryarên Bexdayê li hemberî Herêma Kurdistanê dike.

Endamê Parlanentoya Birîtanyayê Jakc Lopresti, di gotarekê de ku di rojnameya The Timesê de hatiye belavkirin, behsa rojên piştî referandûmê û kiryarên Bexdayê yên li hemberî Herêma Kurdistanê dike.

Jakc Lopresti dide xuyakirin, ew di wê baweriyê de ye, ku Kurdistan dergûşa aramî û pêkvejiyanê ye û referandûm tenê bizavek bû, ji bo rizgarbûn ji Iraqê, Bexda jî bi hewldana nehiştina Herêma Kurdistanê û şehîdkirina Pêşmerge tometbar kir.

Lopresti kêfxweşiya xwe da xuyakirin, ku Kurd Birîtanya wek cihê fêrbûn û xwendinê didin naskirin û zimanê Ingilîzî li Kurdistanê xwedî cihekî girîng e.

Derbarê piştevanîkirina hêzên Pêşmerge, navhatî dibêje: Min serdana serbazên Birîtanî kir li Hewlêrê, ku bi hezaran Pêşmerge rahênan dikin, ev ji me re girîng e, ji ber ku Pêşmerge ji bo têkşikandina DAIŞê hêzeke girîng bû û hîn rihên DAIŞê li Bexdaya taîfeger heye û dibe ku bi formekî gelekî metirsîdartir derkeve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin