PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê yê Yekîtiya Awrûpayê Josef Borrell, di rûniştina giştî ya parlementoya Awrûpayê de bo parlementeran axaftinê kir. Borrell ragihand ku têkiliyên YA yê û Rûsyayê xerabin, wê bersivê bidin taktîkê Rûsyayê yên ku çavên wan bitirsîne û hem amade ne ku têkiliyên xwe bi Rûsyayê re baş bikin.
Borrell got ku di têkiliyên YA û Rûsyayê de 3 tişt hene ku dibin sedema endîşeyê. Yek ji wan Rûsya esker xistiye sînorê Ûkraynayê. Ya din girtina mûxalifê Rûsyayê Aleksey Navalny ye. Ya dinê li Çekyayê di sala 2014 an de di depoya muhîmatan de teqîn çêbû û hat fêmkirin ku li pişt teqînê îstîxbarata Rûsya heye û di pey de krîza dîplomatîk derket.
Borrell got ku têkiliyên wan bi Rûsyayê re gelek kêmin û her diçe xerabtir dibe û YA yê naxwaze ku gengeşa navbera wan zêdetir bibe û weha dewam kir:
“Em ê bo Rûsyayê bêjin ku bo berjewendiyên hevbeş têkiliyên xwe dewam bikin. Divê em bi Rûsyayê re di seha peymana nukleerî ya Îranê guherîna kêşûhewayê de bi hevre bixebitin. Em bi Rûsya re rêyên xwe vekirî dihêlin. Ez bo vêya amade me. Eger derfet hebe û hukumeta Rûsyayê samîmî be, em amade ne bi Rûsyayê re têkiliyên xwe baş bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin