PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li eyaleta Buşehr a başûrê rojavayê Kendava Basrayê, balafireke şer a Îranê ketiye.
Televizyona dewletê ya Îranê derbarê ketina balafirê de ragihand ku balafireke perwerdeya firînî dikir ya Hêzên Esmanî piştî ku ji Baregeha Buşehrê rabûye, ji ber xerabûneke teknîkî li peravên Tengistanê ketiye.
Qeymeqamê Tengistanê Abdulhuseyn Refiipur jî li ser bûyerê got ku herdu pîlotên balafirê xwe rizgar kirine, lê derbarê cureya wê balafirê de agahî neda.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin