Neçîrvan Barzanî alîkariya Almanyayê bilind nirxand

Neçîrvan Barzanî alîkariya Almanyayê bilind nirxand

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heyeta di bin serokatiya wezîrê Almanya yê ji hevkariya aborî û geşepêdanê berpirs Martin Jäger û heyeta pêre qebûl kir. Bi wezîrê Almanya re balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Cyrill Nunn û ya Hewlêrê Wollf jî amade bû û behsa têkiliyên navbera Kurdistanê û Almanya yên dostane kirin.

Martin Jäger, behsa koçberên li Kurdistanê û alîkariya hukumeta Kurdistanê bo wan re, bi taybetî piştî şerê DEAŞ ê kir û behsa rola Kurdistanê di mijarê de bi teqdîr kir. Wezîr ragihand ku piştî şer herêmên ku hatine rizgarkirin divê ji nû de bên avakirin û koçber dagerin ciyên xwe. Bo wê jî dê alîkariya Almanya bo herêma Kurdistanê dewam bike.

Barzanî jî bexteweriya xwe bo seredana wan diyar kir û behsa girîngiya alîkariya hêzên koalîsyonê û alîkariya Almanya ya mirovî û leşkerî bo Kurdistanê kir. Nêçîrvan Barzanî ragihand ku têkiliyên wan û Bexdayê bi taybetî bi serokwezîr Adil Abdulmehdî re gelek başe, hevkariya wan bo herêmên ku ji DEAŞ ê hatine rizgarkirin dewam dike û dixwazin bi hevre hevkariya xwe bo asayîşê û aramiyê dewam bikin. Barzanî her weha behsa girîngiya alîkariya hêzên koalîsyonê jî kir.

Barzanî bi sedema ku wextê wezîfa balyozê Almanya yê li Bexdayê Cyrill Nunn temam bûye ragihand ku ew di wan şertên zor de karibiye pirsgirêkan çareser bike û kesekî serkeftiye. Nunn jî xwest ku ew arîşeyên niha hatine paşdexistin bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Barzanî di wezîfa Cyrill Nunn ya nû de jê re serkeftinê xwest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin