PeyamaKurd - Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo merasîmên çileya kuştina 100 sivîlên xelkê Belûçistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve daxuyaniyeke piştevaniyê belav kir û bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî kir bi xwepêşandanan rejîma Îranê protesto bikin.
Di daxuyaniyê de, hatiye gotin: “Malbatên canjidestdayan û kom û navendên siyasî daxwaza birêvebirina merasîma nerazîbûnê bo çileya kuştiyên Belûçistanê kirine. Em tevî piştevanîkirin ji merasîma çileya şehîdan, li gorî hevahengiya zêdetir û piştevanîkirina berfirehtir ji nerizayetiyên xelkê yên bêzar bûyî ji Îranê, ji hemû xelkê Îran û Kurdistanê daxwaz dikin ku, roja Çarşemê 9ê Mijdarê bi her awayî ku îmkan heye, kuştina xelkê Belûçistanê ya li roja Îna xwînavî de şermezar bikin û tevlî xwenîşandanan bibin, û herwiha hevpêwendiya xwe digel malbatên canjidestdayan û xelkê şoreşger yên Belûçistanê rabigihînin.”
Hêjayî gotinê ye, îro 9ê Mijdarê ji bo çileya kuştiyên Zahîdan a Belûçistanê li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî greva giştî birêve diçe û bi taybet li bajarên Sine, Bane, Seqiz û Kirmaşan dikan û bazar hatine daxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin