Guterres banga bidawîkirina aloziya Rojhilata Navîn kir

Guterres banga bidawîkirina aloziya Rojhilata Navîn kir

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, derbarê geşedan û pevçûnên dawî yên li Rojhilata Navîn de nîgeraniya xwe anî ziman û ragihand ku rûdanên leşkerî tu encaman bi xwe re nayîne.

Guterres li ser hesabê xwe yê torê medya civakî bang li hemû aliyan kir ku li gorî hiqûqa navdewletî berpirsiyariyên xwe yên ji bo parastina sivîlan bi cih bînin û destnîşan kir ku tenê rêya rasteqîn diyalog û danûstandinên dîplomatîk in.

Herwiha Guterres, bang li hikûmeta Îsraîlê kir ku biryara girtina dergehên sînorî yên Xezeyê were betalkirin û got, “Divê hemû êrîşên leşkerî demildest werin rawestandin û rêz li peymanên agirbestê yên li Lubnan, Îran û Şerîda Xezeyê were girtin.”

Sekteretê Giştî yê NYyê li ser Tengava Hurmizê jî tekez kir ku divê rêz li maf û azadiya deryavanî û veguhastina navdewletî ya li herêmê were girtin da ku asayîşa herêmî û navdewletî pêş bikeve.