PeyamaKurd – Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) a Tirk rêxistina xwe ya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê girt û teşkîlata xwe hilweşand.
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya MHP Semih Salçin, bi peyamekê ragihand ku wan teşkîlata xwe ya li Diyarbekirê daxistiye.
Semih Yalçin wekî sedema girtinê jî gotiye: “Rêxistina me ya Diyarbekirê, ji ber ku me pêwîst dît, di çarçoveya xalên rêziknameya partiyê yên peywendîdar de hat hilweşandin û serokatiya MHPê ya parêzgehê jî hat girtin. Bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.”
MHP her çiqas di Tifaqa Cumhur de, wekî partiyeke deshilatdara Tirkiyê ye jî li Diyarbekirê û li nav bajarên din ên Bakurê Kurdistanê ji ber nijadperestî û dijatiya kurdan partiyeke gelekî lawaz e.
Di hilbijartinên 2018an de MHPê li Diyarbekirê tenê %1.34 ê dengan wergirtibû.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî nerazîbûn ji bo serdana Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ya Diyarbekirê nîşan dabû û Davutoglu jî bersiva wî dabû û gotibû, ew nikare serdana Diyarbekirê jî bike.
Hêjayî gotinê ye, ragihandina girtina şaxê Diyarbekir ê MHPê jî piştî wan daxuyaniyên rojek berê hat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin