Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Almanyayê yê Iraqê qebûl kir

Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Almanyayê yê Iraqê qebûl kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Balyozê Almanyayê yê Iraqê Martin Jaeger û şanda ligel wî pêşwazî kir. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de proseya siyasî ya Iraqê û hewilên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatine nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Almanyayê yê Iraqê Martin Jaeger û şanda pê re qebûl kir û hat zanîn ku di hevdîtinê de pêşhatên siyasî yên giştî û yên herêmê hatine nirxandin. Hat diyarkirin ku li ser hilbijartinên Iraqê ku di 10ê Cotmeha sala 2021ê da hatibûn kirin jî guftûgo hatine kirin.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgirî û alîkariyên Almanyayê yên ku dane Iraq û Herêma Kurdistanê û ji bo ku di şerê dijî terorîstan de dirêjkirina erkê hêzên Almanyayê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, spasiya Almanyayê kiriye.

Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahiya destbikarbûna nû ya Klaus Streicher ê ku wekî Konsolê Giştî yê nû yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê kiriye û di kar û barên wî de jê re serkeftin xwestiye.

Li ser mijarên din ên civînê jî hat ragihandin ku aliyan tekezî li ser girîngiya bipêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê her wiha girîngiya berdewamiya piştevaniya civaka navdewletî û welatên dost a ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeteke nû ya Iraqê kirine ku hikûmeteke xizmetguzarî be û ev hikûmet bersiva daxwazên welatiyên Iraqê bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin