Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 'Roja Astiyê' peyamek belav kir

Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 'Roja Astiyê' peyamek belav kir

PeyamaKurd-  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe bo “Roja Aştiyê ya Cîhanê” dibêje Herêma Kurdistanê pabendê parastin û pêşvebirina aştiyê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi minasebeta 21ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li li Hêzên Pêşmerge û kesên ku xwe ji bo nehiştina tundûtujiyê kirine qurbanî kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar dike ku Herêma Kurdistanê li cîhan û navçeyê girêdayî parastin û pêşvebirina aştiyê ye. Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku, Hêzên Pêşmerge di şerê terorê de gelek qurbanî dane ji bona parastina aşitî û şikandina tundrewiyê.

Sala 1981ê di 57emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de biryar hatiye girtin ku, her sal sêşema sêyê ya meha Îlonê were “Roja Aştiyê ya Cîhanê” qebûlkirin, lê ev biryar sala 2001ê weke 21ê Îlonê Roja Aştiyê hat pesendkirin û Neteweyên Yekbûyî jî ji sala 2001ê vir de roja 21ê Îlonê wek Roja Aşitîyê ya Cîhanê pîroz dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin