PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di çarçoveya serdana xwe ya Qeterê de, bi Serokwezîrê Qeterê re hevdîtin kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo civîna amadekariya konferansa ewlehiyê ya Mûnîhê li Qeterê ye, îro bi Serokwezîrê Qeterê Şêx Ebdullah bin Nasir bin Xelîfe Al Sanî re hevdîtinek pek anî.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî û Şêx Ebdullah behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Qeterê re û derfetên kar û karsaziyê li Herêma Kurdistanê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin