PeyamaKurd- Li welatê Fransayê li nêzî bajarê Montpellierê li Juvignac ê, jin a Kurd ya Dêrsimî ya bi navê Dilek Dikmen Yücetepe (35) û her 2 zarokên wê di hewzê de bi awayekî mirî hatin dîtin. Zilamê jinikê Muharrem Yücetepe bi sedema ku xeber ji jina xwe nastîne, telefonê ji jina xwe re dike lê car din ti xeber tine ye. Jina wî Dilek çûye mala xwe ya ku hêj neqedandine û lewra zilamê wê ne pêre bûye.
Li ser ji telefonê bersiv nayê, zilamê jinikê Muharrem Yücetepe diçe mala ku hêj înşaate û dibîne ku jin a wî Dilek Dikmen, zarokên wî yên 2 salî û 5 salî di hewzê de fetisîne. Tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê lê tesbît dikin ku her sê jî mirine
Ji dozgeriya Montpellierê dozger Fabrice Belargent ragihandiye ku heya niha delîlekî krîmînal di destê wan de tineye. Cenaze bo otopsiyê hatine şandin bo Tiba edlî û dê paşî cenazeyan bişînin Dêrsimê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin