PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Kurdistanê xebata xwe bona navnivîsîna berbijêrên li hilbijartina parlamentoya Kurdistanê dest pê kir.
Komîsyona Bilind navnivîsîna partiyên beşdar jî da destpêkirin û ragihand ku piştî navnivîsîna berbijêr û partiyên beşdar, wextê navnivîsîna hevpeymaniyê jî kifş dibe.
Hat ragihandin ku navnivîsîna ji berbijêr û partiyên pişkdar ji îro heta 07 Tirmeha 2018an tê domandin.
Bo Hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryar bû ku di sala 2017an de çêbe lê nûnerên parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan diyar kirin ku ev hilbijartin paşde bikeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin