PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Diyarbekirê li navçeya Rezan li kolana Gîrne di navbera 2 grûban de ewilî munaqeşe derket û paşî bi çekan lihev xistin. Di pevçûnê de kurekî ku di wir de derbas dibû yê 8 salî yê bi navê Y.A. bi guleya demançê birîndar bû.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê û polîs, tîm çûn ciyê bûyerê û birîndarê bi navê Y.A. yê birin nexweşxanê. Polîs bo girtina ew kesên tevlî şer bûne, ketiye nav tevgerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin