PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Amedê li navça Yenişehirê li, ser rêya Farqînê, di navbera du grûban de pevçûna çekdarî çêbû û di encamê de kesekî birîndar bû û polîs sê kesan xist binçav. Li gor ragihandinê; li ser rêya Farqînê grûbekî xort di bin pirê de rûniştîne û kesên bi 2 erebeyan diçin ciyê bûyerê, bi çekan êrîşê xortan dikin. Di bûyerê de kesê bi navê İ.Ç.ji milê xwe birîndar dibe.
Piştî polîs û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê birîndar bi ambûlansê dibin nexweşxanê û polîs 3 kesan dixin binçav. Kesên êrîşker erebeyekî xwe li ciyê bûyerê terk dikin û niha polîs ketiya peywan da wan bigre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin