KCDê radestkirina Selîmî wekî ‘Îxaneta Netewî’ bi nav kir

KCDê radestkirina Selîmî wekî ‘Îxaneta Netewî’ bi nav kir

PeyamaKurd – Kongra Civaka Demokratîk (KCD) ku navenda wê li Diyarbekirê ye, bertek nîşanî radestkirina girtîyê siyasî yê kurd Mistefa Selîmî da ku asayîşa YNKê piştî ji girtîgeha Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê reviyabû ew vegerandibû Îranê û li wir jî hatibû darvekirin.

Siyasetmedarê kurd endamê û PDK-Îyê Mistefa Selîmî, piştî serhildana li girtîgeha bajarê Seqizê firar kiribû derbasî bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bûbû. Selîmî ji aliyê asayîşa Pencwînê ve radestî Îranê hatibû kirin û hatibû darvekirin.

KCDê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û got, Selîmî 17 salan li girtîgehên Îranê girtî maye û piştî radestkirina xwe ya Îrane, di 11ê Nîsanê de li Girtîgeha Seqizê ji aliyê rejîma faşîst a Îranê ve hatiye darvekirin.

KCDê radestkirina Selîmî wekî îxaneta netewî bi nav kir û wiha pê de çû:

“Destpêkê em rejîma faşîst a Îranê ku di sedsala 21emîn de li ber çavê Cîhanê mirovan darve dike û di hiqûqa xwe ya hovane de israr dike, şermezar dikin. Wê hêza van kesên ku di hiqûqa hovane de israr dikin têra têkbirina têkoşîna gelê kurd neke. Ferqa kesên ku Selîmî telîm kirin û Selîmî darve kirin ji hev tuneye. Ev îxaneta neteweyî ye. Divê kesên ku Selîmî teslîm kirine bên tespîtkirin û bên darizandin. Em bang li Rejîma Faşîst a Îranê dikin ku destê xwe ji xwîna kurdan vekişîne û li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin