Nêçîrvan Barzanî di salvegera bombebarana Qeladizê de peyamek wesand

Nêçîrvan Barzanî di salvegera bombebarana Qeladizê de peyamek wesand

PeyamaKurd - Îro 24ê Nîsanê salvegera bombebarana bajarê Qeladizê ye ku bi moşek û çekên fosfor pêk hatibû.

Pîştî bi dawîbûa rêkeftina 11 adara 1970 ê ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve, şoreşa gelê Kurdistanê, ku Mela Mistefa Barzanî pêşengîtiya wê dikir, biryara Zankoya Silêmaniyê veguhezin bajarê Qeladzê ya li ser sînorê Kurdistana başûr û rojhilat hatibû dayîn.

Roja 24ê Nîsana 1974ê balefirên şerî û artêşa rejîma Beis a Iraqê, bi çekên fosfor û bombeyên napalmê, mamoste, xwandevanên zankoyê, gel û Pêşmerge li Qeladizê bombebarin kirin û di encamê de 163 mamoste, xwandevan, hemwelatî û Pêşmerge şehîd ketin û zêdetir ji 250 kesî jî birîndar bun.

Piştî raperîna gelê Kurdistanê li bihara 1991ê û damezrandina parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê ve, parlamentoyê biryar da roja 24ê Nîsanê wek roja şehîdên zankoyê bê pênasekirin û her sal ew şehîdên Qeladizê bên bibîranîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 46emîn salvegera bombebarana Qeladizê de peyamek weşand û şehîdên bombebarana Qeladizê bibîr anîn: 

Barzanî di peyam xwe de got: “Di salvegera 46mîn a Bombebarankirina Qeladizê de, em bi rêz û hurmet ve şehîdên Zanîngeha Silêmaniyê û hemwelatiyên Qeladizê bi bîr tînin, ku bûne qurbaniyê tawaneke  a hov a rejîma Beis. Em bejna xwe jî bo giyanê pak ê şehîdan ditewînin, ew hertim dê di bîra me de zindî bimînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin