PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, doh 19ê Sibatê di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munîhê de bi Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki re hevdîtinek kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê wê hevdîtinê de, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: “Mesrûr Barzanî diyar kir: “Piştî danûstandina pêwendiyên me yên telefonî yên sala borî, ez îro bi dîtina Serokwezîrê Polonyaayê Mateusz Morawiecki kêfxweş bûm.”
Serokwezîr Barzanî da zanîn: “Li ser mijara van demên dawî ya koçberan, min spasiya Serokwezîrê Polonyaayê kir û me li ser wê yekê li hev kir ku em ji nêzîk ve pêwendiya xwe bidomînin.”
I was glad to see Polish PM @MorawieckiM on the sidelines of #MSC2022 following our call and exchanges last year.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) February 19, 2022
I thanked him for his support with the recent migrant issue. We agreed to stay in close contact. pic.twitter.com/GGwIQmO1WH
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin