Du welatên ku ne endam in besdarî tetbîqata NATOyê bûn

Du welatên ku ne endam in besdarî tetbîqata NATOyê bûn

PeyamaKurd – Du welatên ku ne endamê NATOyê ne, beşdarî tetbîqata tetbîqata NATO ya bi navê ‘Bersiva Sar’ bûn ku li bakurî Norwêcê birêve diçe.

Hat ragihandin ku 680 leşkerên Finlandî li gel 1600 leşkerên Swêdî bi tank, balafir, zirpoş û hêzên peyade beşdarî vê tetbîqata NATO bûne.

Artêşa Swêdê Kolonel Stefan Hedmark, Fermandarê gotiye: “Gelek caran Swêd beşdarî Bersiva Sar bûye, beşdarbûna di rahênanê de asta şiyanên me bilind dike, herwiha derfeta alîkarîkirina me bo hevbeşên me zêde dike, ev yek jî niha gelekî girîng e ji ber rewşa Ukraynayê herwiha rewşa bi giştî li cîhanê.”

Her du welatên Finlanda û Swêd dibêjin ku niha ew ne amade ne bibin endamên NATOyê, lê berî niha li parlemantoya her du welatan gotûbêj li ser mijara endambûnê hatibûn kirin.

Berpirsê Baskê Bakur ê NATOyê General Jörg Vollmer diyar kir: “Ev biryareke siyasî ye ji bo Finlanda û Swêdê, divê em li benda encamên gotûbêjan bin. Lê ez dikarim piştrast bikim, hevahengiyeke me ya nêzîk heye û em ligel hev beşdarî vê rahênanê bûne, ev nîşaneke bihêz e, tevî ku niha ew ne endam in, lê em niha li benda vê biryarê ne ku bê standin.”

Hêjayî gotinê ye, tetbîqata “Bersiva Sar” a NATOyê du salan carekê li Norwêcê tê kirin û her car jî Finlanda û Swêd wek du welatên ne endam ên NATOyê bi hêzên xwe yên leşkerî beşdar dibin.

Bi taybet piştî êrîşa Rûsya ya ser Ukraynayê welatên baltikê û her du welatên Finlanda û Swêd ji ber gefa Rûsyayê hevkariya xwe ya bi NATOyê re zêdetir dikin, lê bêyî ku bibin endamê NATOyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin