Ji Hemasê daxuyaniya agirbestê…

Ji Hemasê daxuyaniya agirbestê…
PeyamaKurd – Piştî ku ji civînên du rojan ên  li paytexta Misirê Qahîreyê yên ji bo agirbesta Xezeyê ti encamek derneket, ji Hemasê li ser agirbesta bi Îsraîlê re daxuyanî hat dayîn.

Berpirsekê Hemasê ji Reutersê re daye xuyakirin, wê şanda Hemasê ji bo hevdîtinên zêdetir hinekî din li Qahîreyê bimîne û biryara gera îro Duşemê ya danûstandinan temam bike.

 Li aliyê din televizyona Qahîre ya Misirê jî ragihandiye ku gotûbêjên bo lihevkirina li ser agirbestê ji bo rojekê hatine dirêjkirin, lê gelek zehmetî jî li pêş danûstandinan hene.

Hemasê beriya niha ragihandibû ku wan pêşniyarên xwe yên bo agirbestê gihandine navbeynkaran û li benda bersiva Îsraîlê ne û gotibû, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ne dilxwazê agirbestê ye.
 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin