Serokwezîr daxwaza geskirina pêwendiyên dualî yên aborî arasteyî Hindistanê kir

Serokwezîr daxwaza geskirina pêwendiyên dualî yên aborî arasteyî Hindistanê kir

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di pêşwaziya Balyozê Hindistanê yê Iraqê Prashant Pise de daxwazên Herêma Kurdistanê yên pêşxistina pêwendiyên bi Hindistanê re tekez kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li paytext Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Hindistanê yê Iraqê Prashant Pise kir.

Di daxuyaniya malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hate ragihandin ku di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyoz Prashant Pise di derbarê pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Hindistanê de danûstandinan kirine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Balyozê Hindistanê yêe Iraqê Pise niyaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî û bi taybetî yên di warên danûstandina bazirganî, tendirustî, xwendin, ûze û teknolojiyê de diyar kiriye û daye zanîn ku şandeke bazirganî ya Hindistanê ji bo vê mebestê li Herêma Kurdistanê ye.

Di dîdarê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo bihêztirkirina pêwendiyên bi Hindistanê re tekez kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin