WHO: Li Sûdanê terefekî labaratuwara biyolojîk xist destê xwe

WHO: Li Sûdanê terefekî labaratuwara biyolojîk xist destê xwe

PeyamaKurd – Rêxistina Tendurisritiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku di şerê navxwe yê Sûdanê de terefekî şer, labaratuwara netewî ya Sûdanê xistiye destê xwe û li payîtext Hartûmê talûka zêde ya bijolojîk heye.

Her dû terefên li Sûdanê RSF û artêş, ji 15 ê nîsanê heya niha şer dikin û li ser labaratûwarê, WHO yê ragihand ku terefekî ji wan labaratuwarê xistiye destê xwe û xebatkaran ji tesîsê derxistine. Di labaratuwarê de maddeyên talûke û patojenên kolera û sorikan hene û ev jî ji bo Hartûmê talûkeye.

WHOyê got ku nehiştine WHO here nav labaratuwarê, birîna elektrîkê talûka maddeyên nav labaratuwarê zêdetir dike û dike ku maddeyên di nav de nayên parastin. Nehat gotin bê labaratuwar ketiye destê kîjan terefî.

Di şerê navxweyî yê Sûdanê de heya niha 459 kes kuştine û 4.072 kes jî birîndarin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin