PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 13ê Hezîranê li Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiye li Herêma Kurdistanê Erman Topçû kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bixêrhatin û pîrozkirina destpêkirina karê çû wekî konsulê nû yê Kurdistanê kir û pişgiriya xwe ji bo biserxistina erkê wî anî ziman.
Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu, dilxweşiya xwe ji bo destpêkirina karê xwe yê nû diyar kir û hêvî kir di çarçoveya erkê xwe de bikare pêwendiyên her du aliyan zêdetir pêş bixe.
Di civînê de, rewşa Iraqê, Herêma Kurdistanê û herêmê bi awayekî giştî hatin axaftin.
Erman Topçu 27ê Gulanê weke Konsulê Giştî yê Nû yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê li şûna Mevlud Yakut dest bi kar kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin