Nêçîrvan Barzanî, pêswaziya Balyozê Gistê yê Hollandê kir

Nêçîrvan Barzanî, pêswaziya Balyozê Gistê yê Hollandê kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Giştî yê Hollandê yê Hewlêrê qebûl kir. Li gorî agahiyên li ser naveroka hevdîtinê hatin ragihandin, li ser mijarên siyasî yên giştî û herêmî guftugo hatine kirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Nêçîrvan Barzanî îro pêşwaziya Balyozê Giştî yê Hollandê yê Hewlêrê Jaco Beerends û şanda ligel wî kiriye.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li erka nû ya Jaco Beerends kiriye û di kar û barên wî de jê re serkeftin xwestiye.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de li ser mijarên qada çandiniyê û pêşvebirina pêwendiyên dualî nirxandin hatine kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya hikûmeta Hollandê ya ji bo têkoşîna li dijî rêxistina terorî ya IŞÎDê jî spasiyên xwe pêşkêş kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin