Zaxarova: Armanca DYAyê çêkirina kaosê ye

Zaxarova: Armanca DYAyê çêkirina kaosê ye

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaharova di civîna çapemeniyê ya heftane ya ku li paytext Moskowayê li dar xist de li ser mijarên rojane daxuyanî da.

Zaharova siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Nîvgirava Koreyê nirxand û diyar kir ku DYA û Koreya Başûr di derbarê çekên nukleerî de planên hevpar çêdikin.

Zaharova wiha got:

"Ev ne tenê ji bo rûbirûbûna gefên Koreya Bakur sînordar e, lê di heman demê de armanc dike ku bi awayekî stratejîk rê li Rûsya û Çînê bigire. Karkirina li ser senaryoyên şerê çekdarî yên jeopolîtîk bi karanîna çekên navokî rewşê aloztir dike, aştî û aramiyê têk dide û herêmê dikişîne di nav karesateke nukleerî."

Zaharova diyar kir ku DYA li hemberî Nîvgirava Koreyê siyaseteke êrîşkar dimeşîne û got, "Armanca DYAyê ye ku rewşa herêmê têk bibe, kaosê çêbike, herêmê veguherîne Rojhilata Navîn."

Zaharova da zanîn ku DYA Japonyayê jî ji bo vê yekê bi kar tîne û got, “Divê DYA, Koreya Başûr û Japonya zanibin ku li hemberî her gefên li ser sînorên Rûsyayê yên li Rojhilata Dûr wê bi tedbîrên têr ên mudaxeleyê re rû bi rû bimînin.”

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin