Ûrmiye | 8 kesên din ji ber Koronayê can dan

Ûrmiye | 8 kesên din ji ber Koronayê can dan

PeyamaKurd –  Li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di nava rojekê de 8 kesan bi Koronayê can dan û nêzîkî 650 kes jî bi Koronayê ketin.

Li gor Rêveberiya Tenduristiyê ya Ûrmiyê diyar kir, do li Ûrmiyê 647 kes bi Koronayê ketin û 8 kes jî ji ber Koronayê can dan.

Li gorî amarên dawî, rewşa 30 nexweşên din jî xerab e.

Bi vî awayî, hejmara kesên heta niha li Ûrmiyê bi Koronayê ketine, gihîşt 123 hezar û 279 kesan ku beşek mezin ji wan baş bûne û beşek jî can dane.

Hejmara kesên ku heta niha li Ûrmiyê bi Koronayê can dane jî, gihîşt 3 hezar û 769 kesan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin