PeyamaKurd - Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dilşad Şihab li ser civîna navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî agahî dan. Şihab got, ‘Herêma Kurdistanê amadehî nîşan daye ku karînên xwe yên dîplomasî û siyasî ji bo Rojavayê Kurdistanê bikar bîne.’
Şihab ragihand ku di civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî de tekezî li dirustkirina hevpeymaniyeke Kurdistanî hatiye kirin ku bikare mafên Kurd li Bexdayê bidest bixin.
Endamê Serkirdariya PDKê Dilşad Şihab got, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser wê yekê hevnerîn bûn, ku divê pirsên navçeyê bi riyên diyalog û aştiyane bêne çareserkirin.
Şihab da zanîn, Herêma Kurdistanê amadehî nîşan daye, ji bo karînên xwe yên dîplomasî û siyasî bikar bîne, ji bo çareserkirina qeyrana ku li Rojavayê Kurdistanê heye.
Dilşad Şihab bal kişand ser ku her demê pêwîst be, civînên wiha ji bo nêzîkirina aliyên Herêma Kurdistanê encam didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin