Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransî Durel civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransî Durel civiyan

PeyamaKurd - Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransî li Iraqê, Patrick Durel, di hevdîtina xwe ya li Hewlêrê de li ser pêvajoya siyasî ya li Iraqê, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê û aramiya herêmî axivîn.

Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Balyozê Fransî li Iraqê, Patrick Durel re hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de têkiliyên Fransa bi Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşketinên siyasî yên li Iraqê û pêvajoya avakirina hikûmetek federal hatin nîqaşkirin. Her du aliyan girîngiya hevkarî û hevrêziya di navbera hêzên siyasî de ji bo parastina aramiya siyasî û misogerkirina ewlehiya welêt tekez kirin.

Di civînê de herwiha pêwîstiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî yên di navbera Hewler û Bexdayê de hate destnîşankirin. Her du alî li hev kirin ku diyaloga avaker rêya bingehîn a çareserkirina nakokiyên heyî ye.

Geşedanên herêmî û rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn jî di rojeva civînê de bûn. Barzanî û Durel diyar kirin ku krîzên li herêmê tenê bi rêbazên aştiyane dikarin werin çareserkirin û parastina aramiyê berpirsiyariyek hevpar e.