PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 13ê Gulanê bi Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steven Fagin re civiya.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya parastina tebayî û yekrêzî û pêkve kar kirin û aramiya siyasî ya li Herêma Kurdistanê kir bo ku bi hevkarî û hemahengiya hemû aliyek bikarin dijwariyên vê qonaxê ji kêşe û qeyranên darayî û aborî û encamên din ên ji şewba Koronayê derbas bikin.
Barzanî herwiha dûpat kir ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê li ser van kêşeyan hewlên xwe berdewam dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê derbarê hevdîtinê de wiha got: “Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê berî nîvroya îro çarşem 13/05/2020 li Hewlêrê li hevdîtinekê li gel birêz Steven Fagin Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê, ji bilî dûpat kirina piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo Hikûmeta birêz Mistefa Kazimî Serok Wezîr û pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û aboriya li Iraq û Herêma Kurdistanê û erk û gefên li ber hikûmeta nû ya Iraqê, her wiha pirsa diyaloga stratejîk ya Amerîkî – Iraqî û amadehî û rola Herêma Kurdistanê li wan diyalogan da hate nirxandin û peywendiyên Hewlêr – Bexda û hewla çareserkirina kêşeyan li ser bingehên destûrî, guftûgo kirin.”
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên rûbirûbûna şewba Korona li Herêma Kurdistanê, beşekê dinê vê hevdîtinê bû ku tê de birêz Konsolê Amerîka destxweşiyê li hewl û rêkarên serkeftiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya rûbirûbûna şewba Koronayê kir û hevkarî û piştgîriya Amerîka ya di vî derbarî de li gel Herêma Kurdistanê dûpat kirin.
Di hevdîtinê de tîşk xistin li ser pêşhatên dawî yên rûbirûbûna terorê û tevger û metirsiyên DAIŞê û di rûbirûbûna terorê de pêwîstî û girîngiya berdewam ya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha behsa rewşa Sûriye kirin û birêz Konsolê Giştî yê Amerîka spasî hewlên birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo yekrêzî û tebayî ya li navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyê de kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin