Nêvîyê Şêx Seîd û Xalit Begê Cibrî li Almanyayê wefat kir

Nêvîyê Şêx Seîd û Xalit Begê Cibrî  li Almanyayê wefat kir

PeyamaKurd - Serokê berê yê Şaredariya Xinûsê Hesen Basrî Firat ê ku neviyê Şêx Seîd e, li bajarê Wuppertalê yê Almanyayê di encama krîza dil de koça dawî kir.

Firat di hilbijartinên herêmî yên sala 2014an de ji aliyê BDP'ê ve hatibû hilbijartin, lê piştî ku di sala 2015an de hat girtin û di sala 2016an de qeyûm li cihê wî hat tayînkirin, ji ber zextên leşkerî û cezayên darazê neçar ma ku herê Almanyayê.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Qasim Firat eşkere kir ku çavê Hesen Basrî hemû demî li ser axa wî bû û ew li benda rêziknameya yasayî ya li parlamentoyê bû daku vegere welatê xwe, lê belê berî ku ev pêvajo bi dawî bibe wî canê xwe ji dest da.

Hesen Basrî Firat ê ku di sala 1954an de li gundê Qolhîsarê (Badikî) yê Xinûsê ji dayik bûbû, ji ber aloziyên yasayî û dorpêçên siyasî yên li ser welêt li derveyî welat dima.

Tê zanîn ku piştî temamkirina karûbarên fermî yên li Almanyayê, dê cenazeyê wî veguhêzin Xinûsê û li gundê Qolhîsarê bispêrin axê.