Newroza îsal li mal û sanesînan tê pîrozkirin!

Newroza îsal li mal û sanesînan tê pîrozkirin!

PeyamaKurd - Îro 21ê Adarê roja Newrozê ye lê ji ber metirsiya koronavîrûsa nû (Covid-19) pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê hatin betalkirin. Êvar Newrozê ango 20ê Adarê gelek hemwelatiyan li şaneşîn û pencereyên xwe, li ser banên xaniyên xwe, li kolan û kuçeyan pêşwazî li cejna Newrozê kirin.

Li seranserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pîrozbahiyên Newrozê bi fişekên hewayî li kuçe û kolanan hat pîrozkirin.

Welatiyan lambeyên malên xwe vemirandin û pêxistin, ajokaran li kornayên erebeyan xistin û hin welatî ji li şaneşîn û pencereyênn malên xwe find vêxistin. Hejmarek welatî jî li derve agir vêxistin û li derdora govend gerandin û xwe di ser re avêtin.

Di pîrozbahiyên Newrozê yên welatiyan de dîmenên rengîn derketin holê. Fişekên hewayî ku hatin teqandin asîmanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ron û rengîn kirin.


PeyamaKurd cejna netewî Newroza gelê Kurd pîroz dike.

Newroz pîroz be!

Newroztan pîroz bît!

Newroza şima firaz bo!

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin