Endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek a di girêva mirinê de jiyana xwe ji dest da

Endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek a di girêva mirinê de jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Yek ji endama Grup Yorumê Helin Bolek a ku 288 roj di girêva mirinê de bû, jiyana xwe ji dest da.

Koma protest a muzîkê Grup Yorum, li ser hesabê xwe medya civakî ragihand ku, endama koma wan, Hêlin Bolek a ku 288 roj di girêva mirinê de bû, jiyana xwe ji dest daye.

Çend roj berê tîmên ewlekariyê bi ser malên endamê komê de Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokcek de girtibûn û Bolek û Gokcek bi zorê rakiribûn nexweşxaneyê.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê  eşkere kiribû ku eger dev ji girêva mirinê berdin dikarin li ser daxwazên wan biaxivin. Ji aliyê din ve gelek hunermendan teqez kiribû ku divê daxwaz bêyî şert û merc werin cîbicîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin