PeyamaKurd - Hat ragihadin ku îro dema dewriyeya Rûs-Tirk a li rojhilatê Kobaniyê ku ji aliyê xelkê ve bi keviran hat protesto kirin, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve gule bi ser sivîlan de hatine reşandin û hejmarek xelkê sivîl û hin rojnamevan birîndar bûn.
Jêderên xwecihî li gorî agahiyên destpêkê ragihandin ku li gundê Korpîngarê yê başûr-rojhilatê bajarê Kobanê di encama gulebaranê de hejmarek kes hatine birîndar kirin, lê nasnameya wan hîn ne diyar e.
Herwiha hat diyarkirin ku leşkerên Tirkiyê bi gaza isotê û guleyên rastîn bi ser sivîlên ku nerazîbûna xwe li dijî hebûna artêşa Tirkiyê nîşan dane de reşandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin