Ronaldo li dijî nijadperestiyê bertek nîsan da

Ronaldo li dijî nijadperestiyê bertek nîsan da

PeyamaKurd - Futbolîzê navdar ê Portugalî Cristiano Ronaldo ku di tîma Juventus a Îtalyayê de gogê dibezîne, li dijî gotinên nijadperestî yên alîgirên futbolê derket.

Ronaldo ji bo piştgiriyê nîşanî futbolîzê Senegalî Kalidou Koulibalyê ku di tîma Napolî de dilîze li ser hesabê xwe yê instagramê parvekirinek kir.

Kalidou Koulibaly di maça Interê de rastî tezehurat û gotinên nijadperestî yên alîgiran hatibû.

Ronaldo bertek nîşanî gotinên nijadperestî da û got, "Li dinyayê jî ji bo futbolê jî her tim pêwîstî bi terbiyê heye. Na ji her cure cudaxwazî, êrîş û nijadperestiyê re.“

Li aliyê din medya Îtalî jî xwedî li Koulibaly' derket û rexneyên tund li cudaxwazî û nijadperestiya li dijî wî hatiye kirin, girt.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin