Nifsa Nû: Bi van encaman em besdarî Parlamentoyê nabin

Nifsa Nû: Bi van encaman em besdarî Parlamentoyê nabin

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Nifşa Nû Şaswar Ebdulwahîd ragihand ku ew bi encamên niha yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê beşdarî di parlamentoyê de nekin.

Serokê Tevgera Nifşa Nû Şaswar Ebdulwahîd di civîneke rojnamevanî de îdia kir ku di daneyên encamên hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê de sextekarî hate kirin.

Şaswar Ebdulwahîd wiha got: “Di datayên proseya hilbijartinê de sextekarî hatine kirin û bi van encaman em beşdarî Parlamentoya Kurdistanê nabin.”

Berdevkê Tevgera Goranê Şoreş Hacî jî ragihand, ku pêngava yekem a Tevgera Goranê redkirina proseya giştî ya hilbijartinê ye.

Şoreş Hacî got jî, di çend demjimêrên pêş de ew helwesta fermî ya Tevgera Goranê radigîhinin.

Li gor encamên ne fermî piştî hejmartina %75 binkeyên li seranserê Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekem, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) duyem,  Tevgera Goran sêyem e, û Nifşa Nû jî di rêza çarem de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin