Li Portekîzê helikoptera ambûlans ket: 4 mirî

Li Portekîzê helikoptera ambûlans ket: 4 mirî

PeyamaKurd- Li bakûrê Portekîzê li bajarê Porto yê li navçeya Valongoyê helîkptereka ambulans ket û di encamê de 4 kes mirin.

Li gor ajansa Portekîzê ya bi navê Lusa; ambulans ya Enstîtuya Acîl ya Tenduristiyê ye û do êvarê nexweşeke dijwar bir nexweşxaneya Santo Antonio de Porto. Di vegerê de ambûlans helikopter ket. Di helîkopterê de 2 pîlot, 1 doktor û 1 jî hemşîre hebûn.

Hat ragihandin ku bi sedema şertên hewayê yên nexweş ku baran gelek dibariya, helîkelikopter li têlên elektrîkê ketiye. Tîmên leşkeran û îtfaiyê xwe gihandine ser enkazên helîkopterê û lêpirsîn dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin